|
|
Hunermand Abdulqahar Zaxoiy li sala 1976 je ye hatia le ser dunyaye li
bajarae zaxoka delal le kurdistana bashur... Le sala 1988 hunermand
Abdulqahar Zaxoiy li dest bi kare huneri ker... Hunermand Abdulqahar Zaxoiy
li sala 1995 jiyana xo, ya huneri despeker be kasseta Yakemin ya Hunermand
Abdulqahar Zaxoiy ek je hunermande kurd ce bajarê zaxoka delal.Le destpeka
Hunermand Abdulqahar Zaxoiy bo cjekerena Filme Xo Be nave (((DERD)))le sala
2001..Hunermend Abdulqehar Zaxoyi êke Ji Siran bêjêt Kurdistanê ji Zaxo
Delal. HUnerMend Abdulqehar Zaxoli li Despê ka Stranê syiaie denge xo bi ser
Bi Xit di 12 sali da o Bi hari ka ria cend hunermendet Zaxoka delal Shiya ye
pishty cend salet coy Hosa Hunermend Abdulqehar Zaxoli Bi te Hunermendek Ji
hunermendet Kurdistane li depeka ber he mit xo bi awazit Byani pek î nan
bele ji sala 1995 u Peda pishty bi nav o deng bi stranêt xo bi awazit
gruppa xo pê i nan...li sala 2001 ê kemin (FILM) Hunermend Abdulqehar Zaxoli
ce kir Bi nave (DERD) Ciroka Filme QEHARI Li Ser KOreke hejare belengas ko
neba heje ne dey k heje nave hunermend Abdulqehar Zaxoli Li nav filmida
Hejare Hunermendê Bi nav o deng Abdulqehar Zaxoli ev filme hemy li Bajiere
zaxoka rengin cêkirye..... her we sa Hunermend Abdukqehar Zaxoli Derde
Evinie Kir lki sala 1996 kete derde Esqede Cend Sa la hunermend Abdulqehar
Zaxoli Heji kir Bes Negehi s te mira da Dilê xo Be hunermend Abdulqehar
Zaxoli Ya goti da xa za min ji xida ye mezin ewe Hemy Xelik bi geh ne minra
da dilê xo
Her we sa hunermend Abdulqehar zaxoyi bo xo jin inat Korek yê hey ::::
weki
henk de zanin hunermende ebdulqaher zaxoli filme ke niw derst keri be nave
nishen .. jin u merin be hari kariya cinde hunermden Mehsin bendi weki bit
babe ebdulqaher de nave eve film ji dan ebdulqaher navi ew hejar. eve filme
hati wene gertin u derhnere kerin ji lew bray me heja ..sadiq mehemd taher
|
((Cegerxwîn))
Cegerxwîn bi navê Sêxmûs
ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903an de li gundê HESARÊ hatiye
cîhanê, ji (11)de xusk û bira tenê sisê mane: Sêxmûs, Xelîl, Asya.
Di sala 1918an de bavê wî
HESEN li bajarê AMÛDÊ serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe.
Di sala 1919an de li gundê
BÊDIR-MEMO diya wî Eysan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe.
Cegerxwîn pêlakê li cem
xusk û birayê xwe maye.
Jiyan û xebata li Binxetê
(Kurdistan a Sûrya yê)
Di sala 1920an de çûye
xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û
Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewsa gelê Kurdistanê bas nas kiriye.
Di sala 1927an de keça
xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.
Di sala 1928an de xwendina
xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de
dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3ê salan ketiye
destê me û heta îro nehatiye çapkirin.
Di sala 1936an de,
Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin(Çêlek û
Cehenem).
Di sala 1937-1938an de,
Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re
vekirin û komela wan gelek berepês çû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û
dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946an de
Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamislo û ketiye nav pêlên rêzanî
û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr.Ehmed
Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr...
Di sala 1948an de
Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komonîst a Sûrya yê.
Di sala 1949an de cara
yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.
Di sala 1950an de
Cegerxwîn dikeve Civata Astîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike.
Di sala 1954an de
Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê.
Di sala 1957an de
Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe
rêxistina AZADÎ sazdikin û pistî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe
fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959an de
Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li
Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî.
Di sala1962an de hukûmeta
Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê
girtin û pistî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963an de dîsa
Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê pistî pêlakê tê
berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û disînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê
pistî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê.
Di sala 1969an de
Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav sorisa kurdî û nêzîkî salekê li wir
dimîne.
Di sala 1970yî de
Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê.
Di sala 1973an de
Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û
Mîdya li wir çap dike.
Di sala 1976an de
Cegerxwîn vedigere Sûrya yê û heta sala 1979an li wir dimîne.
Li Swêdê
Di sala 1979an de
Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana
xwe li Siwêdê derbas dike.
Di 22-10-1984an de li
bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.
Cegerxwîn di hewsa xaniyê
xwe de li bajarê Qamislo yê hatiye vesartin.
Zarokên wî yên ko li dû
xwe histine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam.
((Ibrahim Tatlises))
Ibrahim
Tatlises ist das Symbol der Arabesk Musik in der Türkei. Das Arabesk besingt
in unzähligen Varianten die Geschichte vom armen Bauernjunge, der in der
Fremde das Glück und den Erfolg sucht. Ibo, wie Tatlises von den Türken
genannt wird, hat es wie kein anderer verstanden diese Musikrichtung über die
Grenzen der Türkei hinaus bekannt zu machen. Nicht zuletzt deswegen, weil sein
Lebenslauf genau dem Märchen vom Tellerwäscher zum Millionär, wie es in
Amerika heissen würde, entspricht.

So soll
er als Sohn einer bitterarmen Familie 1952 im anatolischen Urfa geboren
sein. Wie seine sieben Geschwister konnte er keine Schule besuchen,
sondern musste schon im Alter von sieben Jahren arbeiten. Nachdem sein
Vater früh verstarb, musste er seine kranke Mutter ernähren und zog als
Gelegenheitsarbeiter durchs Land. Über seine Entdeckung als Sänger gibt es
verschiedene Varianten. In einer soll er nebenbei auf Hochzeiten und
Festen gesungen haben. Dort habe ein Musikproduzent ihn 1975 entdeckt.
Dann zog er nach Istanbul, der grosse Erfolg liess allerdings auf sich
warten. Die erste Kassette wurde ein Flop und er musste sich als
Simitverkäufer durchschlagen. In einer anderen Version hörte ein
Nachtclubbesitzer, als Tatlises während der Arbeit auf einer Baustelle ein
Lied sang. Der Nachtclubbesitzer organisierte einen Auftritt in Elazig. Ab
da begann die Bilderbuchkarriere des ehemaligen Bauarbeiters. Einig ist
man sich, dass die Produktion "Ayaginda Kundura" den Durchbruch brachte.
Wieviel
Wahrheit in diesem Lebenslauf steckt, und wieviel fürs Image dazugedichtet
wurde, weiss man nicht. Trotzdem glauben die Türken Ibrahim Tatlises seine
Geschichte und können sich mit ihm identifizieren. Besonders für die
vielen Türken, die im Ausland leben, ist er die "Stimme der Heimat".
Tatlises macht kein Geheimnis aus seiner kurdischen Abstammung. Im
Gegenteil, er hat seinen deutlich hörbaren ostanatolischen Akzent
kultiviert und ist auch bei den Kurden sehr beliebt. Und das, obwohl er
sich nie in die Kurden Problematik eingemischt hat und sich auch gerne in
Gesellschaft des rechten Hardliners Mehmet Agar, ehemaliger türkischer
Innenminister, zeigt.
Trotz
seiner vielen Frauengeschichten, zwei unehelicher Kinder, angeblicher
Mafiaverbindungen, Besitz von Drogen, sogar der Verdächtigung in einem
Mordfall, ist Tatlises der türkische Superstar. Er ist Sänger, Showmaster
(die Ibo-Show), Schauspieler und Regisseur. Dazu ist er an einer privaten
Fluggesellschaft und einem Lebensmittelkonzern beteiligt, hat eine
Restaurantkette und ein Reiseunternehmen.

Mihemed Sêxo
Dengbêj û
dilsewitiyê Kurdistanê Mihemed Sêxo...Ev navê he li her derê Kurdistanê bi
dilsozî tê bîranîn. Ji ber ku M. Sêxo jiyana xwe tevek bo serxwebûna
Kurdistanê borand. Mixabin, wî serê xwe bi kûl û xeman ve danî... Wî
Kurdistana xwe ya azad nedît... Ev yeke weke birînekê ma di dilê wî de...
Heyf û sed mixabin..
Mihemed Sêxo di
sala 1948´an de li gundê Xecokê, bajarê Qamislo, Kurdistana Suriyê hate
dinê. Cû dibistanê, heya sinifê 9´an xwend. Pistre mala bavê wî cihwarî
Qamislo bû. Sala 1969´an wî berê xwe da Beyrûdê, Lubnanê û li wir di
Navenda Xwendina Muzîkê de dest bi xwendina muzîkê kir. Li wir, wî bi
stranên xwe yên kurdî besdarî gelek konsertan bû.Sala 1972´an berê xwe
didê Qamisloka xwe û li Rimêlan, li navenda petrolê dest bi kar dikê. Di
eynî caxî de M. Sêxo bû serokêKomika Muzîkê. Sala 1974´an M. Sêxo berê xwe
didê Kurdistana Iraqê û li ba rehmetiyê Barzaniyê Nemir heya sikestina
soresê dimînê. Pistre ew jî mîna hemu Kurdên li wir mecburî derketinê dibê
û derbasî îranê dibê. Li wir ew dibê mamostê zimanê erebî. Ji wir jî
dizewicê.
Û sala 1983´an
careke din ew divegerê Qamisloka xwe ya rengîn. M. Sêxo jiyana xwe tevek
bi hêviya yekbûna Kurdan, azadkirina Kurd û Kurdistanê borand. Di hemu
gotinên stranên wî de felsefeyek Kurdistanî heye. Her gotineke wî dihêlê
ku yek bi kûr, dilkûlî û bi evînî li ser rews, dîtin û karûbarên me Kurdan
bo Kurdistanê biponijê û em ji xwe re, di ber xwe de hem eskere hem jî di
dilê xwe de bigirîn, rondikan (hêsîran) bibarênin...
Bi kurtî di her
gotineke M. Sêxo de cirûskek azadiyê, dilopek jiyanê, pêsmergeyek bênav
heye...Gotinên wî li ser mirov disidînin ku mirov bibê insaneke pak,
Kurdistanî, dilsoz û dilxwazê hevûdu, yên mirovan, mirovatiyê... Ew, di
hemû stranên xwe de -cendî ku bi eskere nagirî- lê ew di dilê xwe de bo me
hemu Kurdan digirî, dinalê... Ew xwes pê dizanê ku em Kurd di ci hal û
pergalî de ne. Bo vê yekê jî ev yeke hertim axînek bû bo dilê wî yê
birîndar e... Gava yek guhê xwe bidê stranên wî, divê mirov bala xwe bidê
ne hema hevoka, meqamê stranê, lê divê yek xwes bala (dêhna) xwe bidê
gotinên wî. Ji ber ku her gotinek wî hevokeke (cumleyeke), rûpeleke,
pirtukeke, pirtukin, helbestin...Her gotineke wî Kurdistaneke...
Lê sed mixabin
dilsoz û evîndarê Kurdistanê M.Sexo jiyana xwe tev bi feqîrtî, bê peretî;
jiyaneke bi kûl û elem derbas kir. Carna nanê rojê di mala wî de nebû û ev
yeke bala kesî ne kisand. Wî alikariyek ji dil û can ji aliyên me Kurdan
ve ne wergirt. Hertim mirov digot ...ciqas dengê wî xwes û sêrîn e, lê
belê kesî ne digot ...gelo ma M Sêxo cawa dijî ?, nanê wî yê rojê heye yan
na?. Ez xwes bawerim ku me Kurdan M Sêxo gelek fêhim kiriyê, lê belê me li
pêsberî wî wezîfa xwe pêk ne aniye? me di aliyê wî de gelek xemsarî,
kêmsarî kiriye. Halbûkî wî jiyana xwe tevek bo qenciya me borandiye...
Dilê M Sêxo di
destpêka adara 1989`an de ji hemu kûl û derdan êsa û ew kete di nexwesxana
Qamisloka bavûkalên xwe de... li gor saloxan li wir ew bêguhdarî ma, ango
ji qestî alîkariya wî ne hate kirin da ku ew vê dilesê, kirîza dil, derbas
nekê. Cend rojan ew bi vê ês û jana dilê xwe ve jiya jî. Dilê wî yê xemgîn
li ber xwe dida ... Li gor gotinan ku desteke hukumeta Surî di mirina wî
de hebû, ango wan nexwestin, yan jî ne hêlistin ku bi awayekî aktîf dilê
wî derman bikin, da ku wî ew kiriz bikariya derbas bikiriya. Û ez bixwe
xwes bawerim ku rastiyek mezin di van gotinan de heye...Ji ber ku dijminên
me Kurdan bi hemu reng û awayan di xebitin ku me biêsînin, bindest bikin,
bêcek bihêlin û bo vê cendê jî mirina M Sêxo jî nimuneyek ji hezar
nimuneyan e...
Û di 9´ê adara 89´de
wî dilê reben, dilkûlê Kurdistanê hew karî li ber xwe bidê û sed mixabin
wî dilê birîndar jî cavên xwe bo hertim dada... Gava em îro 8- saliya
bîranîna dilevînê Kurdistanê Mihemed Sêxo dinivîsin, emê wek herdem gotin
û sîretên wî bo xwe weke cirûskek bo ronîkirina rêya azadiya Kurd û
Kurdistanê bibînin. M Sêxo hertim di dilê me de jiyaye û heta em Kurd
hebin jî wê ew hertim bijî jî...
Ciwan
Haco ki ye

Ciwan
Haco di sala 1957an de li Sûriyê bajarê Qamişlo hate
dinyayê.Piştî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanya û li wir ketê
ûnîversîta Bochum.Ciwan li Bochumê sê sal tahsîla mûzîkê
çêkir.Piştre jî bi şiklekî profesyonel dest bi qaset û cd
yan kir.Li Tirkiyê "Sî û sê gule","Durî","Blûra min","Gula sor","Destana
egideki" û "Leyla" çap bu.
bû."Peşmerge","serîhildan","Diarbekîr", "Girtîyê azadî yê" jî li
ewrupa derketin.
Ciwan Haco,muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock ji nu va
serastkir.Hunermend bi avayî stranên kurd bi dinê nasand û stranên
kevneşapî di nav gelek baskên mûzîkê di cîh danî.
"Destana egîdekî",destana-şiîra romannivîsêkurd a bi nav û bi deng
Mehmed uzun e.Nivîskar di wê destanê de behsa çîroka pênç xortên kurd
dike.Ciwan Haco ew destana Mehmed Uzun bi aranjeyek nûyen,bi formên
etno-caz dixwîne.Me vî berhemê nû pêşkeşîyê Guhdarên xweyê
delal kir.
Hunermend Emîn Sebrî

Hunermend Emîn Sebrî di Sala 1972 de li Rojavayê
Kurdistanê bajarê Qamişlo ji Dayîk bûye.
Ji zaroktîya xwe de ji muzikê hîzdekir, u Tiştê
Hîzkirna wi bêtir kir ji bo karê hunerî Studio ya Bavê wi bu Studio Sony u
Ahlam.
Ji destpêkedê hizkirna wi ji karê hunerîre hêbu,
Bavê Hunermend Emîn Sebrî karê
hunerê le qadaxe dekîr. Di sala 1992
de bi dest karê Hunerê kir u hêta niha eao
hevî deke amrê wi derj be ji bo Bikarîbe xew peşbexîne û ji bo gelê
xew Mûzika xew Peşkêş bîke.Hêta niha
8 Berhemê Hunermend Emîn Serî hatîne darxistîn, bêtirîn gotînê stranê wi
bi destê Hevjîna wi hatîne amadê kirîn.
Hunermend Emîn Sebrî ana li Alamnîya jîna xwe derbas dike
u tevlî gelêk Şahî û Çejnê Nêwroza dîbe, li almanîya u gelêk
welatên Europa, wak Sewed, Hollanda , Sewesra u Belçika.
Hevî darim demêk xweş bi Hunermend Emîn Sebrî di
Malperde Biburînen
|